Erbil 38°C Saturday 21 Jun 17:23

HSD: Em amade ne rûbirûyî êrîşên Tirkiyê bibin

dibêje emê berevanî ji xwe û axa xwe bikin
کوردستان TV
100%

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) radigihîne, ew pêbendî xalên rêkeftina “herêma ewle” bûne û heger Tirkiye êrîş bike, ewê berevaniyê ji xwe bikin.

Berpirsê Navenda Ragihandina HSDê Mistefa Balî li hejmara xwe ya tora civakî “Twitter” belav kir, HSDê pêbendî xalên rêkeftina herêma ewle bûye, ji bo parastina ewlehiya herêmê.

Derbarê gefên Serokkomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan de, Balî ragihand, wan ji bo parastina herêma xwe gavên pêwîst avêtine û ji bo rûbirûbûna çi êrîşeke Tirkiyê dudil nabin û ew ji her şerekî re amade ne.

Ev daxuyaniya Balî di demekê de ye, îro Serokkomarê Tirkiyê li Enqerê ragihand, biryar hatiye dayîn ku operasyonekê li rojhilatê Firatê bê kirin û dema encamdana wê jî ne dûr e û hemû amadekarî hatine kirin.

Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.