Peyvdarê wezareta berevanî ya Amerîkayê (Pentagon) diyar kir ku, her operasyoneke leşkerî ne koordînekirî ji aliyê Tirkiyê ve li dijî bakur Sûriyê cihê fikaran e û dê berjewendiyên DYA‘yê yên bi Tirkiyê re têk bibe.
Berdevkê Pentagon Sean Robertson di kongreyeke çapemeniyê de der barê gefên Tirkiyê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê got: "Her operasyoneke ne koordînekirî ji aliyê Tirkiyê ve jêdera fikaran e û dê berjewendiyên me yên hevpar bi Tirkiyê re yên girêdayî ewlehiya bakurê rojhilatê Sûriyê têk bibe û dê misogeriya binkeftina dayîm a rêxistina DIŞIê qels bike.
Robertson teqez kir ku Pentagon niha giraniyê dide serkeftina "Mekenîzmeya ewlehiyê" ya girêdayî sînor û wekî rêbaza herî guncaw dibîne.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin