Hevserokê Partiya Yekitiya Suryanan Senherîb Bersûm hişyarî da ku êrîşa Tirkiyê gefan li hebûna xiristiyanên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dixwe.
Bersûm der barê gefên Tirkiyê de wiha got: "Gefên Tirkiyê û komkirina hêzên leşkerî li nêzî sînorê Sûriye û Tirkiyê gefên cidî ne, bi wê yekê hewl dide rasterast destwerdana herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bike û herêmê dagir bike, her wiha îradeya pêkhateyên herêmê ku gelek serkeftin di aliyê leşkerî, siyasî û rêveberiyê de pêk anîn, bişikîne."
Der barê metirsiyên ku dibe di êrîşa Tirkiyê de rastî herêmê were, Bersûm wiha got: "Destwerdana leşkerî ya Tirkiyê dê metirsiyên mezin li herêmê bi hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê çêke, taybet gelê Suryanî-Aşûrî ku dê ji pêkhateyên din bêhtir zirarê bibîne, ji ber ku Tirkiye di êrîşên xwe yên bejahî de pişta xwe da komên çeteyan û ew jî komkujiyan li herêmên ku dagir dikin, pêk tînin."
Bersûm diyar kir ku êrîşa Tirkiyê gefan li hebûna gelê xiristiyan dixwe.
Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan gefên dagirkirina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê xwarin, vê yekê metirsiyên operasyonên etnîkî û qirkirinê li herêmê ku zêdetirî 5 milyon kes ji hemû pêkhateyan lê dijîn, çêkirin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin