Erbil 38°C Thursday 20 Nov 19:32

Li Rojhilatê Kurdistanê endamekî Kurd ê Supaya Pasdaran hat kuştin

eşkencekerê xelkê Baneyê bûye
کوردستان TV
100%

Li Bane ya Rojhilatê Kurdistanê, endamekî xwecihî yê Supaya Pasdaran a Îranê hate kuştin.

Roja Dûşemê li bajarê Bane yê ser bi parêzgeha Sine ya Rojhilatê Kurdistanê, hinek kesên nenaskirî, teqe li endamekî Kurd ê Supaya Pasdarên Îranê kirin û ew kuştin.

Li gorî zanyariyên ku hatine belavkirin, navê wî endamê Supaya Pasdaran, Elî Seyadî ye û ew çend sal in di nava Îtilaata Supaya Pasdaran de kar dikir û beşdarî operasyonên Supayê yên li bajarê Bane dibû.

Elî Seyadî li bajarê Baneyê di nava xelkê herêmê de bi îşkencekirina xelkê bi nav û deng bû.

Heta niha ti aliyekî berpirsyariya kuştina wî çekdarê Supaya Pasdaran li xwe negirtiye.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.