Erbil 38°C Saturday 21 Jun 17:26

Li Kobanê jî bi hezaran kes daketin qadan

dibijên vê tirkiye û terorîst deverê wêran dikin
کوردستان TV
100%

Li Kobanê jî bi hezaran kes daketin qadan û gefên dewleta Tirk ên bi armanca  dagirkirina Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin.

Berketên gel ên li dijî dewleta Tirk a dagirker zêde dibin. Bi hezaran şêniyên katona Kobanê li qada Jina Azad a navenda bajar kom bûn û gefên Tirkiyê bi tundî şermezar kirin.

Şênî ji qada Jina Azad heta qada Aştî ya nêzî deriyê sînorê bi Tirkiyê re meşiyan.

Di meşê de wêneyên şehîdan û pankartên "Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dijî dagirkeriya dewleta Tirk ne", Dagirkeriya Tirkiyê hebûn û çanda kurdan tine dike", "Ji bo Rojava serî hildin û ji Osmaniya nû re na" hatinbûn hildan.

 

Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.