Erbil 38°C Saturday 21 Jun 17:32

Deverên ku hêzên amerîkî jê vedikişin HSD tije dike

HSDê dîsa hêzên xwe şandin ser sînorên Tirkiyeyê
کوردستان TV
100%

 Li rojava û bakurê Sûriyê li dijî fişar û guşarên Tirkiyê xelk daketin kolanan û operasyon şermezar kirin.

Piştî daxuyaniya Serokê Dewleta Amerîkayê (DYA) Donald Trump ku gotibû em dê hêzên xwe ji herêmê vekişînin Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ragihandibû ku ew dê xaka xwe biparêzin.

 Li gorî çavkaniyên herêmê, deverên ku hêzên wekî Reqqa, Tebqa û Dêrezorê ku amerîkî jê vedikişin şervanên HSDê bi hêzên xwe yên alternatif wan herêman tije dike

Ew çavkanî dibêjin ji xalên li Rasulaynê venakişin û bi fermandarên Kurd yên li herêmê û endamên konseya leşkerî bawer in.

Amerîka amadekariyan dike ku hêzên xwe yên li bakurê Rasulaynê jî vekişîne.

Berdevkê HSDê Gabriel Kino diyar kir ku Amerîkayê teminat daye wan ku leşkerên tirk nekevin herêmê û li herêmê operasyonên leşkerî pêk bînin.

Gabriel Kino anî ziman ku îhtimala operasyona Tirkiyê û destûrdayîna Amerîkayê Hêzên Sûriyeya Gel “ji dil êşandiye.”

PeyamaKurd

Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.