Li gor jêderên taybetî ji Rojavayê Kurdistanê duhê bi fermana Erdogan operasiyona dagîr kirina Rojavayê Kurdistanê bi topbaran û bordiman kirina Rojavayê Kurdistanê destpê kir.
Jêder ji Rojavayê Kurdistanê behsa vê yekê dikin ku di encama bordiman û topbaranên Tirkiyeyê de, li Serê Kanî û derdorê û Qamîşloyê 5 welatiyên medenî û du şervanên HSDê canê xwe ji dest dane û 4 welatiyên medenî jî birîndar bûne.
Herwiha hate zanîn ku sayloya geniman hatiye bordimankirin û zirarên mezin ji bi xanî û malên welatiyên medenî ketine.
Artêşa Tirkiyeyê, terorîstên Qaîde, Nusre, Heyeta Tehrîr Şam û DIŞIê bi hevre êrîşî ser Rojavayê Kurdistanê dane destpê kirin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin