Erbil 38°C Saturday 21 Jun 11:13

HSD: Me êrîşa Tirkiye û terorîstan têk şikand

êrîşên Tirkiye, terorîstên îslamî û DIŞIê bihevre hatin têkşikandin
کوردستان TV
100%

Navenda ragihandina hêzên Sûriyeya demokratîk derbarê êrîşên bejayê yên duhê şevê yên artêşa Tirkiye û terorîstên îslamî yên Tirkiyeyê daxuyaniyek weşand.

Li gor daxuyaniya HSDê duhê bi şev artêşa Tirkiye û terorîstên Îslamî li Serê Kanî bi hevre operasiyoneke bejayî lidar xistin lêbelê hêzên HSDê bi tundî bersif dane û êrîş têk birine.

HSDê herwiha eşkere kiriye ku li gel êrîşên Tirkiye û terorîstên Îslamî, DIŞIê jî li Serê Kanî û Minbicê dest bi êrîşan kirine lêbelê ev êrîş jî hatiye pûçkirin û 4 terorîst hatine giritn û 6 terorîstên din jî hatine kuştin.

Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.