Piştî belav bûna hin nûçeyan ku qaşo Amerîka dixwaze leşkerên xwe yên li Kobanê vekêşe, wezareta berevaniya Amerîkayê daxuyaniyek weşand.
Di daxuyaniya Pentagonê de hatiye diyarkirin ku Amerîka bi ti awayî pişt li hevpeymanên xwe Kurd nekiriye û nake.
Pentagon herwiha eşkere kiriye ku emê zextan li Tirkiyeyê bikin daku operasyonê rawestîne.
Di beşeke din ya daxuyaniya Pentagonê de hatiye diyarkirin ku Amerîka bi ti awayî leşkerên xwe ji Kobanê navekêşe û leşkerên Amerîkî vê li cîhên xwe bimînin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin