Ev sê çar roje ku artêşa Tirkiyeyê û cîhadiyên terorîst bi tevahiya hêz û çekên xwe ve hem bi rêya asmanî û him jî bi rêya bejahî êrîşî ser Rojavayê Kurdistanê dikin lêbelê şervanên HSDê jî bi tundî bersifa êrîşên wan didin.
Li gor daxuyaniye wezareta berevaniya Amerîkayê nêzî 100 şervanên HSDê ev 4 roje bi awayekî bê hempa bersifa êrîşên Tirkiye û cîhadiyan didin û heta niha Tirkiye û cîhadî tenê gundek li ser sînor dagîr kirine.
Wezareta berevanî ya Amerîkayê dibêje artêşa Tirkiye û cîhadî nikarên pêşde biçin jiber ku HSDê berxwedaneke bêhempa dimeşîne û tevahiya êrîşên wan pûç dike.
Ji aliyeke din ve tirkiye dibêje me 14 gund dagîr kirine û nêzî 300 şervan kuştine, lêbelê Amerîka ev yek red dike û dibêje tenê yek gund hatiye dagîrkirin.
Ji aliyê xwe ve jî HSD daxuyanî da û derbarê amarê şerê de diyar kir ku heta niha 26 şervan şehîd bûne û 260 leşkerên tirk û cîhadiyên terorîst hatine kuştin û hijmareke zêde ji wan jî birîndar bûne.
HSD behsa vê yekê dike ku heta niha zêdetir ji 20 tank û tirimbêlên leşkerî yên Tirkiye û cîhadiyan ji nav birine.
Herwiha jêderên ji Bakûrê Kurdistanê behsa vê yekê dikin ku jiber zêde bûna hijmara leşker û cîhadiyên kuştî û birîndar nexweşxaneya Nusêbînê ji nexweşên sivîl re hatiye qedexekirin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin