Dezgeha xêrxwaziya Barzanî derbarê rewşa Rojavayê Kurdistanê de daxuyaniyek weşand û di daxuyaniyê de dilgiraniya xwe ya li hember operasyon û êrîşên Tirkiyeyê yên bo ser Rojavayê Kurdistanê diyar kir û daxwaz kir ku ev şerê han demlidest were bidawî anîn.
DXB di beşeke din ji daxuyaniya xwe de diyar kiriye ku rewşa însanî ya li Rojavayê gelek aloz û metirsîdare jiber vê yekê em daxwaz ji tevahiya sazî û dezgehên medenî yên cîhanî dikin daku bi rêya DXB hevkariyên xwe yên însanî bigehînin Rojavayê Kurdistanê.
DXB herwiha daxwaz ji wan saziyan û aliyên din yên têkildar kiriye daku di hevkarî kirina xelkê Rojavayê Kurdistanê de li gel DXB hevkar bin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin