Berpirsê têkiliyên derve yê TEVDEMê Salih Musilim ragihand ku artêşa Tirkiye û cîhadî jiber ku rastî berxwedaneke bêhempa tên û wendahiyên gelek mezin didin, bo bilind kirina moralên leşker û cîhadiyên xwe li Rojavayê Kurdistanê çekên Fisforî bikar tînin.
Musilim herwiha diyar kir ku lazime ew wêneyên ku ji aliyê me ve hatine weşandin ji aliyê çapemeniya Kurdî ve werin belavkirin daku cîhan wan dêmenan bibîne.
Musilim herwiha anî ziman ku heta niha li sê deverên Rojavayê Kurdistanê Tirkiye çekên fisfor bikar aniye.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin