Di çarçoveya operasiyona artêşa Tirkiye î cîhadiyan de ya li dijî gelê Kurd ya li Rojavayê Kurdistanê de heta niha 90 welatiyên sivîl hatine şehîdkirin.
Heyva sor ya Kurdî ya li Rojavayê diyar kir ku heta duhê êwarê di encama êrîş û operasiyonên Tirkiye û cîhadiyan de 90 welatiyên medenî hatine şehîdkirin û nîzê 200 welatiyên din yên medenî jî hatine birîndarkirin.
Li gor daxuyaniha heyva sor artêşa Tirkiye û cîhadî bi zanebûn navendên xizmetgozarî dikin armanc û nexweşxane, cêyên elektirîkê û avê bordiman dikin daku di wan sekteran de qirîz çê bibe û xelk neçar be warên xwe çol bikin.
Herwiha hate zanîn ku artêşa Tirkiye û cîhadî duhê li Serê Kanî 9 welatiyên medenî golebaran kirine û şehîd kirine.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin