Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimir Putin got pêwîst e hemû hêzên biyanî ji Sûriyê dervekin û tenê yên hikûmet dixwaze bimînin.
Putin îro Yekşemê (14.10.2019) di bernameyeke televîzyonî ya el-Erebiye de got dive welatên derve hemû hêzên xwe ji Sûriyê vekşînin, eger hebûna wan bê erêkirina hikûmeta wî welatî be.
Putinî got Rûsya ya ku hebûneke leşkerî ya berbiçav û bingeheke esmanî û yeka deryayî li wir heye, wê derkeve eger serokê Sûriyê Beşar Esed bixwaze.
Putin di axaftina xwe de bi kurtî rexne li Tirkiyê girtin û diyar kir li ser operasyona leşkerî li bakur û rojhilatê Sûriyê û got divê welatên din jî rêzê li serweriya Sûriyê bigrin.
Peyamakurd
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin