Erbil 38°C Saturday 21 Jun 11:30

Artêşa Tirk û cîhadî gundên Minbicê topbaran kirin: 2 şehîd û 13 birîndar

Tirkiye bi zanebûn li xelkê medenî dide
کوردستان TV
100%

Artêşa dewleta Tirk û cîhadî gundê Ume Edeset El-Farat ê gundewarên rojavayê bajarê Minbicê topbaran kir. Di encamê de 2 şehîdên sivîl û 13 birîndar hene.

Piştî şerê duh ê di navbera hêzên rejîm, Meclisa Leşkerî ya Minbicê ji aliyekî ve û çeteyên artêşa dewleta Tirk a dagirker ji aliyekî din ve, li derdora xeta El-Sacor, di berbanga vê sibehê de çeteyan gundê Um Edeset El-Farat ê li gundewarên rojavayê bajarê Minbicê bi dehan top û roketan topbaran kir.

Di encama êrîşê de, 2 sivîl bi navên Ehmed Abdullah û Mihemed Abdullah El-Seferî şehîd bûn.

Di topbaranê de 13 sivîl jî birîndar bûn ku di nav de zarok û jin jî hene.

Birîndar rakirin Nexweşxaneya Firatê ya li bajarê Minbicê. Li gorî tîma tenduristiyê rewşa 3 birîndaran giran e.

Anha

 

Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.