Duhê bi şev Seroka parlementoya Kurdistanê Rêwas Fayêq pêşwaziya balyozê Yekîtiya Ewrûpayê yê li Îraqê kir.
Di civînê de behsa dîroka damezrandina parlementoya Kurdistanê hate kirin û pişt re jî her du alî behsa rewşa niha ya Kurdistan, Îraq û deverê û herwiha têkiliyên navbera Hewlêr û Bexdayê kirin.
Her di heman civînê de her du alî behsa têkiliyên navbera parlementoya Kurdistanê û parlementoya YEê hate kirin û balyozê YEê li Bexdayê diyar kir ku em hewl didin daku têkiliyên navbera parlementoya Kurdistan û YEê bihêztir bikin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin