Erbil 38°C Saturday 21 Jun 06:58

Amnesty International: Tirkiye tawanên cengî dijî Kurd kiriye

dibêje belgeyên piştrastkirî di destê wan de hene
کوردستان TV
100%

Saziya Amnesty International di raporteke xwe de ya li dor operasiyon û êrîşên Tirkiye û cîhadiyên Tirkiyeyê de yên bo ser Rojavayê Kurdistanê besha vê yekê kiriye ku Tirkiye û cîhadî li dijî Kurdan çekên qedexe kirî bikar anîne û li dijî Kurdan tawanên mezin yên cengî kirine.

Di raportê de behsa vê yekê hatiye kirin ku nizîkatiyên artêşa Tirkiye û cîhadiyên Tirkiyeyê yên li hember xelkê medenî cêyê şermezariyê ne û bi ti awayî guhê ji qanûn û zagonên navnetewî nehatiye girtin û bi awayekî hov xelkê medenî hatiye kuştin.

Amnesty behsa vê yekê kiriye ku ev piştî lêkolîneke meydanî û pişt rast kirina wan zaniyariyên ku ji re hatine şandin bi rêya hevdîtinan li gel şahêdan, bo wan hatiye îsbatkirin ku tirkiye û cîhadî komkujî kirine û tawanên şer kirine.

Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.