Erbil 38°C Saturday 21 Jun 07:25

DIŞÎ vegeriyan Girê Spî û depoya genim a Silûkê talan kirin

sayloya geniman talan kiriye
کوردستان TV
100%

Piştî dewleta Tirk bajarê Girê Spî dagir kirin, çeteyên DIŞIê dîsa Ii bajêr vegeriyan û dest bi wêrankirina depoya Dehlîz a rojhilatê bajarokê Silûk ê bejahiya rojhilatê bajarê Girê Spî kirin.

Çavkaniyekî ji hundirê bajarê Girê Spî ragihand, ku çeteyê bi navê Îsmaîl Îdo ku li Girê Spî berpirsê teqemaniya DIŞIê bû, piştî dewleta Tirk bajar dagirker, tevî 150 çeteyên DIŞIê dîsa vegeriya bajêr.

Her wiha çavkaniyan îşaret bi vegera malbata Belo yên hebûna DIŞIê erê kirin û li bajêr di cihê taybet bûn kirin. Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ev agahî piştrast kiribû.

Her wiha heman çavkanî destnîşan kir ku çeteyê bi navê Xalid Bin Welîd ku li bajarokê Silûkê di qada çapemeniyê de bû, vegeriyaye. Xalid Bin Welîd ê ku dema DIŞIê herêm dagirkiribû, dîmenê avêtina qurbaniyan di koncala Hota kişandibû.

Xalid Bin Welîd beriya ku QSD`ê herêma Girê Spî rizgar bikin, kur mamê Xelef Helûs ê ku li herêmê serçeteyê yekemîn ê DIŞIê bû.

Di milekî din de çeteyên artêşa Tirk dest bi talankirin û dizîna depoya Dehlîz a li bajarokê Silûkê yê kantona Girê Spî kirin û genim, ceh, semadê difiroşin.

Her wiha çavkanî diyar kir ku 1 kîlo ceh bi bûhaya 25 lîraya Sûriyê difiroşin, her wiha 1 k genim bi 80 û tonek semada ku li Gerînendeya Çandiyê ya bajarê Girê Spî jî bi 10 hezaran difiroşin.

anha

Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.