Ji duhê bişev heta niha pileke bixor ya baran barînê hin deverên Kurdistanê vegirtiye.
Di encama barîna barana bixor li Dihuk, Zaxo û çend deverên din yên Kurdistanê de lehiyên mezin rabûne.
Bi tenê li bajarê Zaxoyê 10 taxên vê bajarî rastî zirarên mezin hatine û av derbasî nava malên xelkê bûye.
Herwiha li Dihukê jî jiber lehiyê çend cadeyên serekî û kolan di bin avê de mane.
li cadeya serekî ya di navbera Hewlêr û Dihukê de jî li devera Şêxanê lehiyeke mezin rabûye, beşek ji cadeyê di nava avê de maye.
Di encama wan lehî û av rabûnê de zirarên madî hene.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin