Duhê bi şev sê welatî li devera Sîdekanê jiber binpê kirina şîretan û pêbend nebûn bi tedbîrêntendirostî, ji aliyê hêzên polîs ve hatine girtin.
Li gor gotinên Birêveberê asayîşa Sîdekan Çeto Ebdulah ew her sê welatî şêniyên deşta Hêrt ya ser bi Sîdekanin û serdana devereke nêzî sînorê Îranê kirine û tê payîn ku têkilî li gel Şiwan û kesên ku sewalan xudî dikin danîbin.
Ebdulah eşkere kir ku ev her sê welatî hatine binçavkirin û vê cerbandinên nûjdarî bo wan werin kirin.
Nav hatî eşkere kiriye ku her kesek ku pêbendî şîretan nebe vê were girtin û cezakirin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin