Serok Barzanî bi minasebeta hatina cejna Newroz û sersala nû ya Kurdî peyamek pêşkêş kir ku ev jî tekesta vê ye;
Bi navê xwedayê mezin û dilovan
Bi minasebeta hatina cejna Newroz û ser sala 2720 ya Kurdî pîrozbayî li malbatên serbilind yên şehîdan, Pêşmergeyên qehreman û hemû Kurdistaniyên hêja li hûndir û derveyê welat dikim û hêviya aştî û aramiyê ji bo hemû aliyek dixwazim.
Mixabin niha devera me û hemû cîhan rastî gefeke metirsîdar (korona) bûye û bi vê sedemê jî li gelek welatên cîhanê rewşeke xerab ya tendirostî û abûrî hatiye holê.
Ji bo gelê Kurdistanê jî ev şewb bûye gefeke mezin û derbasbûna wê îradeyekî hevbeş û pabendbûn û xweparêziya giştî pêwîste.
Li wir lazime daxwaz ji hemû aliyek bikim ku wekî erkekî niştimanî bi hûrî pabendî rênimayiyên tendirustî û rêkarên Hikûmeta Herêmê û aliyên peywendîdar bibin.
çiqas em hemû pabendî rênimayiyan bibin û xwe biparêzîn ewqas jî gefa wê şewba metirsîdar li ser welatiyên Kurdistanê kêmtir dibe.
Cihê xwe ye destxweşiyê li destpêşxerî û biryar û hengavên Hikûmeta Herêma Kurdistanê bikim ku her li serê destpêka vê şewbê heta niha, bûne sedema wê yekê ku rêjeya belavbûna şewbê li astekî gelek kêm da bimîne û bi beramber li gel welatên dewruber, Herêma Kurdistanê parastîtir bimîne. Spasî ked û xebata şev û rojiya Tîmên Pizîşkî, Asayîş, Polîs, Pêşmerge û hemû aliyên peywendîdar dikim ku li vê roja dijwar da berpirsiyariya dîrokî û hestiyar li ser milê wane û erkekî mînakî û nimûneyî bi cîh kirine.
Ji wê yekê piştrastim ku pişt bi xwedê û bi hevkariya di navbera xelk û Hikûmet û pabendbûna hemû aliyek vê astengiyê jî bi selametî derbas dikîn.
Newroza we pîroz û hêviya xweşî û şadî û tendirustiyê ji bo xelkê xweşdiviyê Kurdistanê dixwazim.
Mesûd Barzanî
20.3.2020
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin