Şeva derbasbûyî li bajarê Silêmanî kesek gole li ser endamên malbeta xwe reşandiye û di encam de 4 kes hatine kuştin.
Li gor daxuyaniya polîsê Silêmanî duhê bi şev li taxa Mamostayan li Silêmanî di navbera endamên malbetekê de nakokî der dikeve û kesek gole li ser 3 bira û dayika xwe direşîne û di encam de sê bira û dayika vî ciwanî canê xwe ji dest didin û bavê vî jî ku di serê xwe de gole pê ketiye birîndare û li nexweşxaneyê deye.
Polîs eşkere kiriye ku ciwanê ku gole li ser endamên malbeta xwe reşandiye nexweşiyê vî yê rûhî hebûye û ji aliyê polîs ve hatiye girtin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin