Dadgeha Şoreşê ya Îranê ya li Sineya Rojhilatê Kurdistanê cezaya girtîgehê bo 5 çalakvanên Kurd der kir.
Li gor jêderên nûçeyan ji Rojhilatê Kurdistanê, şaxê Sine ya dadgeha şoreşa Îraqê di dawîn rûnîştina xwe ya derbarê dosyeya 5 çalakvanên Kurd de, biryar li ser dosyeyê daye û ev her 5 çalakvanên Kurd her yek bi 3 meh û yek roj cezaya girtîgehê hatine mehkûmkirin.
Hate zanîn ku beriya niha tawana endam bûn di navba partiyeke Kurdî ya dijî rejîma Îranê û hewldan bo têkdana ewlekariya Îranê dabûn pal wan çalakvanan lêbelê dadgeh ev tawan red kiriye.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin