Berpirsê muzexaneya Nê hatiye girtin

duhê hatiye girtin û çarenivîsa vî jî nediyare
کوردستان TV
100%

Li gor zaniyariyên berdest duhê çarşem berpirsê muzexaneya gundê Nê ya ser bi Merîwanê ya li Rojhilatê Kurdistanê hatiye girtin.

Jêder behsa vê yekê dikin ku duhê çarşem, pasgeha pasdaran ya Zirêbarêya li Merîwanê, berpirsê muzexaneya gundê Nê Fatih Erjengî bo navendê vexwandiye û pişt re ev binçav kiriye û bo cîheke din veguhastiye.

Fatih Erjengî yek ji çalakvanên dverê ye û bi mesrefên xwe li gundê Nê yaku li keraxa gola Zirêbarê ye, muzexaneyeke bo parastina amûr û kerestên kevnar yên deverê vekiriye.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.