Erbil 38°C Wednesday 02 Apr 07:34

Balefirên Tirkiyeyê devera Sîdekanê bordiman kirin

zozanên Sinînê hatine bordimankirin
کوردستان TV
dema xwendinê kêmtir ji (101 peyv)
100%

Jêderên ji deverê ragihandin ku kêliyek beriya niha balefirên şer yên Tirkiyeyê jiber hebûna pêgehên gerîlayên PKKê dîsa dest bi bordiman kirina sozanên ser bi devera Sîdekanê kirine.

Jêder behsa vê yekê kirin ku zozanên devera Sinîn ya ser bi Sîdekanê ve ji aliyê balefirên Tirkiyeyê ve têne bordimankirin.

Heta niha derbarê zirarên bordimanê de ti zaniyarî nehatine bidestxistin.

Weke tê zanîn duhê jî li devera Mawetê balefirên Tirkiyeyê derdorê gundê Sefire bordiman kiribûn û di encam de 5 gerîlayên PKKê canê xwe ji dest dabûn û nexweşxaneya gundê Sefire jî hatibû wêrankirin.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.