Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî derbarê êrişa mûşekî ya şeva derbas bûyî li ser Hewlêrê daxuyanî da û tekez kir, “Divê hemû alî aramiya Herêma Kurdistan û Iraqê biparêzin.”
Serokê Herêma Kurdistanê ragihand “di demekê de ku em vê êrişê wek destdirêjî bo ser xelkê Herêma Kurdistanê û Hevpeymanên wan ên di şerê li dijî terorê de dibînin, di heman demê de di wê baweriyê de ne ku divê hemû hêzên emnî yên Herêma Kurdistan û Iraqê, Hêza Pêşmerge, Artêşa Iraqê û Heşda Şeibîm hewlên xwe bikin yek ji bo rêgirtina li her karekî hemû grûpên têkder.”
Di beşeke din a peyama xwe de Serokê Herêma Kurdistanê amaje bi wê dike ku divê qurbaniyên Pêşmerge û Hemû hêzên Iraqî û Hevpeymanan handerên me bin ji bo parastina aramî û seqamgiriya hemû Iraq û hemû balyozxane û nûnertiyên cîhanê li Iraqê.”
Herwiha Serokê Herêma Kurdistanê dibêje, “Divê em bi baştirîn şêwe hewla anîna seqamgiriyê bidin di vê rewşa xirap a aborî ya ji ber şewba Coronayê bi ser welatê me û cîhanê de hatiye.”
Nêçîrvan Barzanî endamderên êrişê wek hemû dijminê Iraqê bi nav dike û dibêje, “Divê hemû hêzên Iraqî bi yekdestî berengarî wan bibin û rûbirûyê yasa bikin. Em jî bi mebesta dirustkirina wê hemahengiyê li gel Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî amadebûna bo hemû hevkarî û piştgiriyê ne ku em piştrastin ji bo aramî û seqamgiriyê her hewlekê dide.”
Şeva derbasbûyî demjimêr 20.30, 6 mûşek arasteyî balefirxaneya Navdewletî ya Hewlêrê hatin kirin, lê di encama wê êrişê de ti ziyaneke canî û maddî çê nebû.
N: E: G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin