Hunermenda Kurd Hozan Canê piştî 2 sal zindanîkirinê hat azadkirin.
Hunermanda Kurd a navdar Hozan Canê ku di çarçova xebatên hilbjartinê yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) de li Edîrneyê bû, roja 24ê Hezîrana 2018an hatibû desteserkirin.
Mijdara 2018an jî ji aliyê Dadgehê ve bi tohmeta `endamtiya PKKê` 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê li Hozan Canê (Saîde Înac) hat birîn.
Piştî 2 sal zindanîkirinê, parêzera wê îro aşkere kir ku Hozan Canê roja Çarşemê ji girtîgehê hatiye berdan.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin