Xwestine çek bixin nava bajarên Kurdistanê.
Malpera Şefeqnews belav kir ku rayedarekî artêşa Îraqê ji wan re gotiye ku hêzên artêşa Îraqê li ser zaniyariyên ku destê wan ketine, karîne 4 endamên pkkê binçav bikin.
Şefeqnewsê li ser zarê berpirsê artêşa Îraqê diyar kiriye ku ew 4 endamên PKKê ji çiyayê Mexmûrê dinava tirimbîlekê de bûne û di nava tirimbîla wan de 12 bombeyên destî û du çekên din hebûne û xwestine wan derbasî nava bajarê Kurdistanê bikin.
Artêşa Îraqê diyar kiriye ku di operasiyonekê de artêşa Îraqê ew her 4 endamên pkkê binçav kiriye.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin