Li devera Şinoyê bi guleya hêzên Îranî hatine kuştin.
Li gor zaniyariyên berdest, duhê çarşem du Kolberên din yên Kurd yên xelkê Şino û Selmasê di encama êrîşa çekdarên Îranî de canê xwe ji dest dane.
Jêder behsa vê yekê dikin ku ew herdu kolberên Kurd duhê li ser sînorê navbera başûr û rojhilatê Kurdistanê li devera Şinoyê hatine kuştin.
Weke tê zanîn hêzên çekdar yên Îranê bi awayeke rojane êrîşî ser Kolber û Kasibkarên Kurd dikin û di encama wan êrîşan de rojanek Kolber û Kasibkarên Kurd tên kuştin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin