Bi fermana nivîsîngeha Serok Barzanî hatine çêkirin.
Berpirsê navenda hêlbirînê ya partiya demokrata Kurdistanê Dr, Aras Heso Mîrxan ragihand ku li ser fermana nivîsîngeha Serok Barzanî bi qasî 1500 xanî li parêzgeha Silêmanî bo kesûkarên şehîdan hatine çêkirin.
Nav hatî eşkere kir ku di wan rojên pêşiya me de 500 xaniyên ku karên wan bi dawî hatine radestî kesûkarên şehîdan li Silêmanî tênkirin.
Heso Mîrxan diyar kiriye ku heta niha 1000 xanî radestî kesûkarên şehîdan hatine kirin û tenê 500 xanî mabûn û ew jî di demeke nêz de radestî kesûkarên şehîdên parêzgeha Silêmanî tênekirin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin