Jiber hebûna çekdarên PKKê li wan deveran, bordiman û topbarana artêşa Tirkiyeyê jî didome.
Balafirên şer ên artêşa Tirkiyê geliyê Malan li sînorê Mêrgesorê û gundekî navçeya Zaxo bombebaran kirin.
Di encama bombebarana balafirên şer ên Tirkiyê de ziyaneke mezin gihîştiye gundekî navçeya Zaxo ya Başûrê Kurdistanê.
Gundê Banka Jêr ketiye ber bombebarana balafirên Tirkiyê û cam û pencereyên tevahiya malan şikesti ne, lê ti ziyanên canî li çênebûne.
Xelkê wê navçeyê daxwaz dike ku bombebarana li ser wan û navçeyên wan raweste.
Ji aliyeke din ve her îro balefirên Tirkiyeyê bo cara ewil hin çiya û girên bilind yên ser bi devera Mêrgesorê jî bordiman kirin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin