Erbil 38°C Saturday 28 Jun 14:05

Hijmara kuştî û birîndaran zêde bû

heta niha 16 kes canê xwe ji dest dane.
کوردستان TV
100%

16 kes kuştî ne û zêdetir ji 50 kesan jî canê xwe ji dest dane.

Çapemeniya Yemenê belav kir, hijmara wan kesên ku di encama teqîna duhê ya balefirxaneya Edena Paytext de bûne qurbanî zêde bûye.

Li gor çapemeniya Yemenî, di encama teqînê de 16 kesan canê xwe ji dest daye û zêdetir ji 50 kesên din jî birîndar bûne.

Weke tê zanîn duhê dema gehêştina kabîneya nû ya hikûmeta Yemenê bo balefirgehê, teqîneke mezin çê bû û piştî teqînê jî dengê çekan hat bîhistin.

N: E. G

Rojhilata navîn

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.