Projeyeke mezin li Dêrelokê tê çê kirin

hikûmeta Japonê 129 miliyon dolar bo projeyê dabîn kiriye.
کوردستان TV
100%

Bi pereyên hikûmeta Japonê tê çê kirin.

Di çarçoveya têkiliyên baş yên di navbera Japon û Kurdistanê de, hikûmeta Japonê bi qasî 129 miliyon dolar bo çê kirina projeyeke elektirîkê li devera Dêrelokê ya ser bi Amediyê, dabîn kiriye.

Ew projeya han yaku yekem projeya mezin ya li Îraq û Kurdistanê ye, hîdropawere, ji aliyê du kompaniyên Îranî ve tê avakirin û bi qasî 37 mg elektirîk bo deverê dabîn dike.

Îro jî wezîrê elektirîkê yê hikûmeta Kurdistanê serdana projeya han kir û ragihand ku heta niha ji sedî 75 karên projeyê hatine cîhbicîhkirin û kar kirin bo temam kirina projeyê jî berdewame.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.