Erbil 38°C Saturday 05 Jul 08:12

Mamosteya zimanê Kurdî hate ceza kirin

beriya niha bi 10 sal zîndanê hatibû cezakirin.
کوردستان TV
100%

5 sal cezayê girtîgehê dane vê.

Dadgeha Îranê biryara zîndanî kirin bi qasî 5 salan bo Mamosteyeka Kurd û çalakvana Kurd der kir.

Mamosteya zimanê Kurdî û çalakvana mafên mirovan Zara Mihemedî ku beriya demekî ji aliyê hêzên ewlekarî yên Îranê ve hatibû girtin, ji aliyê dadgeha herêmî ve bi 10 sal zîndanê hatibû mehkûmkirin.

Lê malbet û parêzerên Zara Mihemedî doz li hember biryara han vekirin û di encam de dadgeha venêrînê ev cezaya han bo 5 salan kêm kir.

Zara Mihemedî ku beşî jeolojiyê li zanîngeha Bircendê temam kiriye, hevdem endamê desteya Serokatiya saziya Nûjîn ya jîngehparêzî û çalakvana mafên mirovane. Xelkê gundê Servale ya ser bi bajarokê Dêwelan ya li Parêzgeha Sineyê ye.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.