Erbil 38°C Saturday 05 Jul 08:05

Serokwezîr: Lazime kêşe di çarçoveya destûrê de werin çareserkirin.

tekez li ser girîngiya cîhbicîh kirina rêkeftina şingalê hate kirin.
کوردستان TV
100%

Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî li gel nunera Sekreterê giştî yê NY li Îraqê civiya û piştî civînê jî Serokwezîr derbarê naveroka civînê de wisa nivîsand;

Îro yekşem 14/2/2021an me pêşwaziya nunera taybetî ya Sekreterê giştî yê Netewên Yekgirtî li Îraqê Jeanine Hennis-Plasschaert kir.

Di civînê de me giftûgo derbarê rewşa Îraq, pêşhatên dawî yên diyaloga navbera hikûmeta herêmê û hikûmeta fedralî û mekanîzma çareser kirina kêşeyan kir bi taybetî cîgir kirina para herêma Kurdistanê ji bûdceya fedralî ya 2021an.

Em her du li ser vê yekê hem fikir bûn ku lazime kêşeyên heyî di çarçoveya destûrê de werin çareserkirin û maf û şayisteyên darayî yên herêma Kurdistanê jî werin dabînkirin.

Di berdewamiya civînê de me tekez li ser girîngiya cîhbicîh kirina rêkeftina Şingalê kir û bo vegerandina awareyan, û aramiyê bo deverê lazime rêkeftina han weke xwe were cîhbicîhkirin.

N: E. G

 

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.