Endamê mekteb siyasiya PDKê û têkoşerekî navdar yê Kurdistanê bû.
Îro danê sibê li nexweşxaneyeke Hewlêrê, endamê mekteb siyasiya partiya demorkata Kurdistanê, Pêşmerge û Fermandarê bi emek yê Kurdistanê Dr, Roj Şaweyis jiber nexweşiyê koça dawî kir.
Dr. Roj di temena ciwaniya xwe de, tevlî refên têkoşana azadîxwaz ya gelê Kurdistanê bûye, çend pile û postên curbicur hebûye.
Rehmetî endaziyar bûye, çend caran Serokatiya şanda danûstandinkar ya Kurdistanê li gel Bexdayê jî kiriye.
Biryare sibê sêşem bi merasimeke birûmet, termê rehmetî li Silêmanî were veşartin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin