Şand îro serdana Bexdayê kir.
Di çarçoveya prosesa diyaloga navbera Herwlêr û Bexdayê de, îro careke din şanda danûstandinkar ya Kurdistanê bi mebesta giftûgo kirin li ser para Kurdistanê ji bûdceya 2021an ya fedralî serdana Bexdayê kir û li gel Serokê hevpeymaniya Fetih ya li parlmentoya Îraqê Hadî Amerî civiya.
Di civînê de hevdem li gel giftûgo kirin li ser rewşa giştî ya Îraqê, giftûgo li ser para Kurdistanê ji bûdceya 2021an ya fedralî û herwiha dîtina çareseriyeke bingehîn bo kêşeyên navbera Hewlêr û Bexdayê hate kirin.
Biryare şanda danûstandinkar ya Kurdistanê çend rojan li Bexdayê bimîne û çend civîn û hevdîtinan li gel aliyên têkildar yên Îraqê pêk bîne.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin