Erbil 38°C Saturday 05 Jul 13:25

Wezareta navxwe: Bila welatî di malên xwe de bimînin

dibêje dest bi lêkolîn kirinê hatiye kirin û vê zaniyarî bo raya giştî werin belavkirin.
کوردستان TV
100%

Wezareta navxwe daxuyaniyek belav kir.

Wezareta navxwe ya Kurdistanê derbarê êrîşa mûşekî ya bo ser Hewlêrê daxuyaniyek belav kiriye.

Di daxuyaniyê de wezaretê diyar kiriye ku îşev seat 9 û 30 deqîqeyan bi mûşek êrîşî ser Hewlêrê hatiye kirin û 5 mûşek jî li Hewlêrê ketine erdê.

Wezaretê daxwaz ji xelkê kiriye ji cîhên ketina mûşekan dûr bikevin, li malên xwe bimînin daku pişt re zaniyarî bi fermî têne belavkirin.

Wezaretê herwiha eşkere kiriye ku aliyên têkildar dest bi lêkolînan kirine û di deme nêz de zaniyariyên pêwîst bo raya giştî werin belavkirin.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.