Di encama êrîşa îşev de canê xwe ji dest daye.
Hevpeymaniya cîhanî derbarê êrîşên mûşekî yên bo ser Hewlêrê daxuyaniyek belav kiriye û ragihandiye ku di encama êrîşa han de 7 kes bûne qurbanî.
Li gor daxuyaniya hevpeymaniya cîhanî, di encama êrîşê de welatiyeke medenî yê Amerîkî ku kar li gel hevpeymanan kiriye canê xwe ji dest daye û 6 endamên hevpeymaniya cîhanî jî birîndar bûne.
Bi vê rengî hijmara birîndarên êrîşên mûşekî yên bo ser Hewlêrê bo 9 kes û kesek jî canê xwe ji dest daye.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin