Anketeke dawî raber dike ku 60 ji sedê Amerîkiyan performansa Serok Joe Biden ya heta îro erê dikin.
70 ji sedê beşdaran piştgiriyê didin şiklê têkoşîna dijî vîrusa korona ya Biden.
Anketa Associated Press (AP) û Navenda Lêkolînên Karên Civakî yên NORC diyar dike ku 44 ji sedê Komarîyan dibêjin ku ew di têkoşîna dijî vîrusa korona de Biden diecibînin.
Beşdarên anketê bi awayekî neyênî li aboriyê dinêrin ku li gor 63 ji sedê wan aboriya Amerîka xirab e.
Komarî li gor têkoşîna dijî vîrusa korona, di aboriyê de peformansa Biden naecibînin ku bi tenê 17 ji sedê piştgiriya sîyaseta aborî ya serok dikin.
Serok Biden bo geşkirina aboriyê ji Kongresê dixwaze ku paketa teşwîqkirinê ya 1,9 trîlyon dolarî bipejirîne.
Civata Nûneran ew paket pejirand û çaverê ye ku Civata Senatoran jî wê di dawiya hefteyê de erê bike.
Li gor anketê bi giştî 48 ji sedê Amerîkîyan dibêjin ku welat ber bi rewişeke baştir ve diçe ku ew rêje di meha Berfanbarê de 37 ji sedê bû.
43 ji sedê beşdaran diyar kirin ku ewê di sala pêş de rewş baştir bibe, 34 ji sedê beşdaran dane zanîn ku ewê rewiş xirabtir bibe û 23 ji sedê beşdaran jî gotine ku ewê rewiş neguhere.
Ji dengê amerîkayê hatiye wergirtin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin