Dibêje jiber serdanên we hatime Kurdistanê.
Îro danê sibê piştî ku Papaya Vatîkanê gehêşte Hewlêrê û ji aliyê rayedarên Kurdistanê ve hate pêşwazîkirin, piştî merasima pêşwaziyê li gel Serok Barzanî civiya.
Di civînê de Papa spasiya Serok Barzanî kir jiber parastina pêkhateyên olî û etnîkî yên li Kurdistanê û dabîn kirina bihevre jiyana aştiyane di navbera wan de.
Papa herwiha diyar kiriye ku serdana Serok Barzanî û Serokwezîrê Kurdistanê bo Vatîkanê jibîr nekiriye û jiber wan hatiye Kurdistanê.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin