Hevkariya nîştecîhên kempa Şariya tê kirin

zêdetir ji 400 çadir şewitî bûn.
کوردستان TV
100%

Duhê agir bi kempê ketibû herî kêm 400 kon şewitî bûn.
Piştî ku duhê agir bi çadirên kempa Şariya ber bû û zêdetir ji 400 çadiran şewitîn, her yek ji Serokê herêma Kurdistanê û Serokwezîrê Kurdistanê, peyamên hevxemiyê belav kirin û tekez li ser gehandina hevkariyên bilez bo nîştecîhên kempê kirin.
Her duhê dezgeha xêrxwaziya Barzanî jî daxwaz ji dilxwaz û xêrxwazan kir daku hevkariyên xwe bi rêya dezgeha xêrxwaziya Barzanî bigehînin kempa Şariyayê.
Duhê êwarê jî bi pêşengiya parêzgariya Hewlêrê karwaneke mezin ji hevkariyan pêwîst û serekî bo nîştecîhên kempê hatin şandin.
Weke tê zanîn duhê danê sibê agir bi kempa Şariya ketibû, her çend bûyer ti zirareke canî li pey nebibû lê zirarên gelek mezin li pey xwe hêştiye.
N: E. G

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.