Derbarê êrîşa pkkê de twittek weşandiye.
Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî li ser êrîşa îro ya pkkê bo ser hêzên pêşmerge twittek weşand.
Serokwezîr di twitta xwe de nivîsandiye: Bi tundî êrîşa îro ya pkkê bo ser hêzên pêşmerge mehkûm û şermezar dikim, sersaxî û hevxemiya xwe pêşkêşî kesûkarên her 5 şehîdên îro dikim, hêviya bilez baş bûnê jî bo birîndaran dixwazim.
Serokwezîr herwiha nivîsandiye; Daxwaz ji parlemen û tevahiya aliyên din dikim ku bi yek dengî li hember destdirêjiya han rawestin.
Weke tê zanîn îro şemî danê sibê PKK li çiyayê Metînan êrîşî ser hêzên pêşmerge kir û di encam de 5 pêşmerge şehîd bûn û 4 pêşmergeyên din jî birîndar bûn.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin