Hêzên pêşmerge û artêşa Îraqê operasiyoneke hevbeş lidar xistin

dest bi ser hinek cebelxane de jî hatiye girtin.
کوردستان TV
100%

 

Li dijî terorîstên DIŞIê li derdorê Kifrî hatiye lidarxistin.

Li gor zaniyariyên berdest, hêzên pêşmerge û artêşa Îraqê li derdorê Kifrî operasiyoneke hevbeş li dijî terorîstên DIŞIê lidar xistine.

Di operasiyona han de yaku hêzên asmanî yên Îtalî jî têde beşdar bûne, çend pêgeh û çeperên terorîstên DIŞIê hatine wêrankirin.

Her di çarçoveya heman operasiyonê de hêzên pêşmerge karîne toneleke terorîstên DIŞIê yaku beriya destpê kirina operasiyonê hatibû valakirin ji nav bibin û dest bi ser hinek cebelxaneya terorîstan de bigirin.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.