Pergala antî mûşekî bersifa êrîşê daye.
Li gor çapemeniya Îraqê îro yekşem danê sibê bi du balefirên bê pilot êrîşî ser navenda leşkerî ya Eyn Esed yaku têde hêzên Amerîka û hêzên hevpeymaniya cîhanî dimînin hatiye kirin.
Çapemeniya Îraqê li ser zarê rayedarên leşkerî diyar kiriye ku ev êrîşa han ji aliyê pergala antî mûşekî ve hatiye pûçkirin.
Ji aliyeke din ve hevpeymaniya cîhanî jî diyar kiriye ku êrîşî ser Eyn Esed hatiye kirin û yek ji mûşekan li nêzî navenda hemahengiya dîplomatîkî ketiye erdê li ti zirareke canî û madî li pey nebûye.
Ji aliyeke din ve her duhê bi şev jî li navenda Vîctoriya ya li nêzî balefirxaneya Bexdayê jî alarm hate lêdan û hêzên Amerîkî yên li vê navendê jî ketin amadebaşiyê.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin