Jiber pêbendî şîretên tendirostî nebûne hatine daxistin.
Walîtiya Hewlêrê ragihand ku di çarçoveya şîret û biryarên komîteya bilind ya rûbirû bûna Koronayê de, tîmên wan berdewamin li ser çavdêrî kirina cîhbicîh kirina wan şîret û rêkaran.
Li gor daxuyaniya walîtiyê, di heman çarçoveyê de, tîmên wan karîne piştî çavdêriyeke hûr û kûr, 12 restorant, kafî û bar ku pêbendî şîretên tendirostî nebûne daxin.
Di berdewamiya daxuyaniyê de hatiye gotin ku tîmên wan bo parastina selametiya welatiyan berdewam dibin li ser çavdêrî kirina cîhbicîh kirina şîret û rêkarên tendirostî yên xweparêziyê.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin