Behsa rewşa siyasî ya Îraqê kirin.
Îro Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya Serokê kombûna Kefaat ya Îraqî Dr, Heysem Cibûrî kir.
Di civînê de giftûgo li ser rewş û pêşhatên dawî yên Îraqê û têkiliyên navbera hikûmeta fedralî û hikûmeta herêma Kurdistanê hate kirin.
Di berdewamiya civînê de nîqaş li ser amadekariyên heyî yên bo hilbijartinên pêşwext yên parlementoya Îraqê hate kirin û tekez li ser vê yekê hate kirin ku lazime hilbijartineke azad, amar û şefaf were kirin ku bibe sedema dabîn kirina aramiyê li Îraqê de.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin