Li deşta Sînayê hatine kuştin.
Artêşa Misirê ragihand ku êrîş û operasiyonên wan yên li dijî DIŞI û komên din yên terorîstî berdewamin.
Li gor daxuyaniya artêşa Misirê, duhê hêzên leşkerî yên Misirê li deşta Sînayê operasiyoneke mezin li dijî komên terorîst lidar xistine û di encama operasiyona han de herî kêm 89 terorîst hatine kuştin.
Operasiyon li Bakûr û Bakûrê Rojhilatê deşta Sînayê hatiye lidarxistin û ji bilî kuştina 89 terorîstan hevdem gelek tonel û pêgehên xwe veşartinê yên terorîstan jî hatine jinavbirin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin