Erbil 38°C Thursday 14 Aug 01:10

Serokê herêmê cejna Êzidiyan pîroz dike

silav li malbet û kesûkarên qurbaniyên Êzidî dike.
کوردستان TV
100%

Hêvî dike cejneke aram û xweş derbas bikin.

Bi minasebeta hatina cejna çileya Havînê ya Êzidiyan, Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li ser hesabê xwe yê twitterê peyameke pîrozbayî weşandiye.

Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de nivîsandiye: Ji dil pîrozbayiyên xwe pêşkêşî xuşik û birayên Êzidî li Kurdistanê û li cîhanê dikim, hêvî dikim cejna xwe bi xweşî û aramî derbas bikin û di rewşeke baştir de vegerin cîhên xwe.

Barzanî herwiha silav bo malbet û kesûkarên qurbaniyên Êzidiyan jî şandiye.

Weke tê zanîn îro cejna çileya Havînê ya Êzidiyane.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.