Pîrozbayî li Êzidiyan kir.
Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi minasebeta hatina cejna çileya Havînê ya Êzidiyan peyameke pîrozbayî pêşkêşî Êzidiyan kir.
Serokwezîr di peyama xwe de hêviya cejneke têjî ji şadî û bextewerî bo Êzidiyan dixwaze û dibêje bi vê minsebetê dilniyayî didin xuşik û birayên Êzidî ku hikûmeta Kurdistanê tevahiya karînên xwe bo baştir xizmet kirina Êzidiyan bikar tîne.
Mesrûr Barzanî herwiha nivîsandiye ku hikûmeta Kurdistanê kar li ser vegerandina awareyên Êzidî bo ser cîhên wan dike û hewl bo awedan kirina cîhên Êzidiyan bi hevkariya hikûmeta Îraqê û civaka cîhanî dide.
Di dawiya peyama xwe de Serokwezîr hêvî dike ev cejn û tevahiya cejnên Êzidiyan bixêr û xweşî bin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin